PeyamaKurd - Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) diyar kir ku di Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê de li Tirkiyeyê demeke berevajî vê diqewime û niha 162 rojnamevan girtî ne ku hinek ji wan hatine sizadan.
‘162 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE Û HIN JI WAN HATINE SIZADAN’
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) bi helkefta Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê raporta mehane eşkere kir.
Di rapora ÎRAyê de hatiye destnîşanlirin ku îro Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê ye lê li Tirkiyeyê rewşek berevajî vê diqewime û wiha hat gotin:
“Em di endeksa çapameniya cîhanê û azadiya îfadeyê de ji 180 welatan, em li welatek ku di rêza 157’emîn de cih digire rojnamegeriyê dikin. Niha 162 rojnameger girtî ne û hin kesan ceza xwariye. Her roj em bi nûçeyek binçavkirin û girtinê ya hevpîşeyê xwe ji xewê şiyar dibin. Azadiya çapemeniyê û îfadeyê ji holê rabûye. Medya di yek destekî de hatiye komkirin. Rojname, radyo û televîzyon tên girtin. Hevpîşeyên me bêkar dimînin. Xwediyên medyayan tên guhertin. Sansûr û otosansûr serdest e. Mixabin ev medya qurbanî hêza dewletê tê kirin. Îktîdara Erdogan a ku ji vê tabloyê berpirsiyare ji bo berjewendiyên xwe bi dîpolomasiya navnetewî re têkiliyan li pêş dixe. Ji ber vê rewşê jî dewlet ya destekê didin Tirkiyeyê û yan jî bêdengiyê tercîh dikin. Li gel van hemû neyiniyan baweriya me ya ji çapemeniya azad tam e. Em carek din wek çapemeniya azad piştevaniya xwe ya ji bo rojnamegeran diyar dikin. Em bi vî ruh û ferasetê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê li hemû xebatkarên medyayê pîroz dikin.”
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA)
DANEYÊN BINPÊKIRINA 4 MEHAN
ÎRA di raporta xwe de diyar kir ku di mehên çile, sibat, adar û nîsanê de 162 rojnamevan girtîbûn, 15 rojnameger hatine binçavkirin, 8 rojnameger hatine girtin, derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derbarê 7 rojnamegeran de doz hat vekirin, 219 rojnamege hatin darizandin, li 26 rojnamegeran cezayê pere û hepsê hat birîn, 15 rojnameger hatin tahliyekirin û rojnamegerek jî hatiye dersînorkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin