Leyla Guven serbest hat berdan

Leyla Guven serbest hat berdan

PeyamaKurd - Parlamentara HDPê ya Colemergê Leyla Guven ku ev demek dirêj e ketiye greve birçîbûnê hat tehliyekirin. Hat zanîn ku Guven di danişîna dadgehê ya îro 25ê Çileyê de ku ti kesî beşdarî nekiriye de, bi biryara dadgehê hatiye tehliyekirin.

Leyla Guven 31ê Çileya 2018an bi hinceta daxuyaniyên xwe yên derbarê operasyona Tirkiyê ya Efrînê de hatibû girtin û li Girtîgeha Diyarbekirê ya Tîpa Eyê hatibû bicihkirin.

Guven bi hinceta tecrîda li ser Abdullah Ocalan ev 79 roj in di greva birçîbûnê de bû û li gor zanyariyan, rewşa wê ya tenduristî ber bi xirabûnê ve diçû.

Leyla Guven beriya ku bibe parlamentar hevseroktiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD-DTK) dikir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin