Dîplomatê Rûs yê bi casûsiya Amerîkayê dihat tewankirin 12 sal ceza sitend

Dîroka Weşanê :
Dîplomatê Rûs yê bi casûsiya Amerîkayê dihat tewankirin 12 sal ceza sitend

PeyamaKurd – Dadgeha Bajêr ya Moskovayê bi sedema dîplomatekî wan yê bi navê Arseniy Konovalov ku di balyozxana Rûsyayê ya Houstonê de kâtibe yekem bû, bi dizî agahiyên Rûsyayê daye Amerîkayê 12 sal cezayê zîndanê dayê.

Dadgehê ragihand ku dîplomatê navborî di salên 2014an û 2017an de, li Amerîkayê wezîfê kiriye û belgeyên bi dizî bi pera daye Amerîkayê.

Dadgehê bi sedema belgan daye îstîxbarata DYAyê 12 sal cezayê zîndanê, 100 hezar Ruble cezayê pere dayê û salekî jî azadiya wî asteng kiriye. Dezgeya Xizmeta Ewlehiya Federal ya Rûsyayê (FSB) rûdanê ragihand.