Hengaw: Li Rojhilatê Kurdistanê di 2020an de 17 zarok hatin girtin

Hengaw: Li Rojhilatê Kurdistanê di 2020an de 17 zarok hatin girtin

PeyamaKurd - Rêxistna Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku 17 zarokên  kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi hincetên ‘’xebatên siyasî’’ kirine, ji aliye hêzên Îranê ve hatine desteserkirin.

Hengawê derbarê binpêkirinên mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê de,daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, di heyama sala 2020ê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 17 zarokên kurd ê temenê wan di jêr 18 saliyê de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine desteserkirin.

Hengawê daye xuyakirin ku ew zarok bi tohmeta ‘’xebatên siyasî’’ hatine desteserkirin û temenê 2 zarokan ji wan jî di bin 18 saliyê de bû.

Di beşeke din a rapora Hengawê de hatiye eşkerekirin ku 9 ji wan zarokên hatine desteserkirin ji Sineyê, 6 kes ji wan ji Ûrmiyê û  2 kes jî ji Kirmaşanê bûne.

Herwiha hat diyarkirin ku di proseya dadgehkirina wan zarokan de mafên mirovî û yasayî hatine binpêkirin û îşkenceya derûnî li wan zarokan kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin