PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan got ku ew ji bo hilbijartinên pêşwext karvekêşana xwe radigihîne.
Paşînyan herwiha diyar kir ku ew dê heta roja hilbijartinan 20ê Hezîranê bi wekalet serokwezîrtiyê bidomîne.
Nikol Paşînyan ev peyama xwe li ser rûpelê xwe yê Facebookê belav kir û ragihand, ew li gorî rêkeftina bi aliyên siyasî re îro îstifaya xwe dide û heta hilbijartinên 20ê Hezîranê jî bi wekalet li ser kar dimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin