Sergey Lavrov bi Saad El-Harîrî re civiya

Sergey Lavrov bi Saad El-Harîrî re civiya

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi Saad El - Harîrî re civiya. Harîrî bo avakirina hukumeta nû ya Lubnanê hatiye wezîfedarkirin. Lavrov bi Harîrî re li ser mijarên siyasî yên Lubnanê axifî. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Rûsyayê ya nivîksî, Lavrov di çarçoveya seredana xwe ya bo Îmaratan, bi Harîrî re civiya.

Di hevdîtinê de behsa hedefa avakirina hukumeta nû ya li Lubnanê kirin ku hukumetekî karibe desteka siyasiyan û grûbên olî bistîne û karibe krîza Lubnanê ya siyasî û aborî gavekî zûtir çareser bike.

Di hevdîtinê de behsa arîşeya Sûriyê kirin û behsa pêdiviya çareseriya Sûriyê di çarçoveya biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Hevgirtî ya jimare 2254 an çareserî bêkirin û gotin pêdivî bi wê yekê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin