2 bircên veguhestina elektrîka Qereçoxa Mexmûrê hatin teqandin

2 bircên veguhestina elektrîka Qereçoxa Mexmûrê hatin teqandin

PeyamaKurd - Rêveberiya giştî ya elektirîka parêzgeha Hewlêrê ragihand ku îro du bircên elektrîkê yên ku elektirîkê ji santrala başûrê Hewlêrê derbasî Qereçoxa Mexmûrê dikin, ji aliyê “destekî xirabkar” ve hatin teqandin.

Rêveberiya elektrîka Hewlêrê li ser bûyerê da zanîn, yekser piştî teqandinê tîmên elektrîkê dest bi çêkirina wan bircan kirine.

Berpirsê veguhestina elektrîka Hewlêrê, Faris Mîrxan jî daye xuyakirin ku her çend îro bêhnvedan e lê dîsa jî tîmên elektrîkê dest bi çêkirina wan bircan kirine û wê di nav çend demjimêran de xilas bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin