PeyamaKurd – Dadgeha Enqerê ya Asliye Ceza ya 44emîn di danişîna îro de, bi hinceta ku Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş li yasaya 2911 a xwepêşandanan muxalefet kiriye, salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî û ceza bipaş xist.
Hat ragihandin ku Dadgeha Enqerê ya Asliye Ceza ya 44emîn di danişîna îro de, bi hinceta muxalefeta li qanûna 2911an Demirtaş bi salek û 3 mehan ceza kir.
Dadgehê cezayê ku sepand bipaş xist.
Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edirne girtî ye û digel hemû hewldan û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî nehatiye berdan ku ji dozeke dadgehê biryara tehliyekirinê dabû jî ji nû ve doz lê hatibû vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin