Dadgehê înfaza îdama celadê Enfalê Ecac Tikrîtî pejirand

Dadgehê înfaza îdama celadê Enfalê Ecac Tikrîtî pejirand

PeyamaKurd - Dadgeha Temyîzê ya Federal a Iraqê cezayê bidarvekirinê yê Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî yê ku wekî “Celadê Nugreselmanê” û “Celadê Enfalê” tê naskirin pesend kir.

Parêzerê dosyeya enfalkiriyan Eyad Kakeyî ji Rûdawê re daye xuyakirin ku ev biryar piştî pejirandina Dadgeha Temyîzê gihîştiye encamê û ji bo înfazê amade ye.

Tikrîtî yê ku di 31ê Tîrmeha 2025an de hatibû desteserkirin, wekî berpirsyarê sereke yê komkujiya li dijî sivîlên Kurd ên rizgarbûyên Enfalê tê tawanbarkirin.

Di 7ê Gulana îsal de 26 şahid û rizgarbûyên Enfalê li pêşberî dadgehê hûrgiliyên hovîtiyên wî yên li Kela Nugreselmanê vegotibûn.

Li gorî qanûnê piştî vê pejirandinê dê dosye ji Serokkmariya Iraqê re were şandin daku mersûma komarî derkeve û piştre Wezareta Dadê ya Iraqê dê di nav 30 rojan de dema pêkanîna cezayê sêdarê diyar bike.