PeyamaKurd – Dadgeheke Rûsî, do Sêşemê sê sal û nîv salên zindankirinê da rexnegirê Kremlinê Aleksî Navalny. Parêzerê Navalny diyar kir, wê dema wî ya berê, weke dema girtina li mal derbas kiriye were hesibandin û ew ê Navalny du sal û heyşt mehan, di girtîgehê de bimîne.
Rêberê opozîsyonîsyonê Navalny, ji bo biryara dadgehê serokê Rûsya Vladimir Putin sûcdar kir û wek gaveke nefret û tirsa Putin ya ji wî bi nav kir.
Biryar, bi gelemperî dihat pêşbînîkirin û piştî xwepêşandanên girse yên li seranserê welat ku azadkirina Navalny dihat xwestin, hat ragihandin.
Herwiha, ev biryara dibe ku peywendiyên Rûsya yên bi welatên Rojava re xerabtir bike. Hevdem, dibe ku heman welat, bi sedema rêvebirina vê doza Navalny li dijî Rûsya toleyan diyar bikin.
Amerîka, Brîtanya û Almanya, ji Moskow daxwaz kiribûn, demildest Navalny azad bike. Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken jî ragihandibû, Washington dê ji nêz ve bi hevalbendên xwe re hevsîngiyê bide, da ku ji Rûsyayê hesaban bipirse.
Aleksî Navalny yek ji rexnegirên herî navdar yê Putin, di 17ê Rêbendanê de bi sedema binpekirina serbestberdana wî ya berê dema ku ji Almanya vegerya Moskow hatibû girtin.
Hejayê bîrxistinê ye ku Nivaly piştî jahrkirina wî ya di 22yê Tebaxa 2020ê de, ji bo dermankirine li Almanya bû. Navalny bo 32 rojan li nexweşxaneya Charite ya Berlînê hat dermankirin û pişt re ji nexweşxanê hatibû derxistin. Hebûna gaza Novichok ya di canê Navalny de ji hêla Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ve hatibû piştrastkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin