PeyamaKurd - Rojnameya Şerq El Ewset bal kişand ser metirsiya nû ya DAIŞê li Sûriyeyê û diyar kir ku rêxistinê piştî vekişîna hêzên Amerîkayê di sala 2026an de, stratejiya xwe guhertiye.
Li gorî nûçeyê, DAIŞ êdî ne li pey kontrolkirina axê ye, lê li pey "şerê koman" û êrîşên sînorkirî ye daku binesazî û cihên leşkerî hedef bigire.
Armanca sereke ya van çalakiyan ew e ku "lêçûna rêveberiyê" ji bo rayedarên Şamê û hêzên herêmî zêde bike û nîşan bide ku hikûmet nikare ewlehî û aramiyê li welat bisepîne.
Tenê di meha Adarê de li herêma Cizîrê 22 êrîş hatine kirin, ku ev yek nîşana vejandina şaneyên rêxistinê ye di nav valahiyên ewlehiyê de.