PeyamaKurd – Damezrênerê CNNê Ted Turner ê 87 salî ku bi televisyona CNNê li dinyayê ji bo xeberên bê navber belav dikir û di xeberên televîzyonan de çaxekî nû dabû destpêkirin, karsazê Amerîkî koça dawiyê kir.
Ragihandina mirina karsaz Ted Turner ji aliyê şîrketa malbatê Turner Enterprises de hat kirin ku li cem malbata xwe miriye.
Turner li Ohio hatibû dinyayê û li DYAyê bi mexlesa “Dengê Başûr” dihat naskirin. Di medyayê de navekî li pêş bû û bi navê Robert Edward Turner III dihat naskirin.
Di sala 1970an de kanala li Atlanta ya bi navê Channel 17 kirîbû. Di 1 Haziran 1980an de CNNê ava kiribû ku 24 seet li ser hev weşanê dikir.
Turner, di sala 1982an de kanala 2em ya bi navê CNN2 ava kir. Navê CNN2 yê paşî bû Headline News û paşî bû HLN. Di sala 1985an de jî CNN International ya navdewletî ava kir.
Turner, paşî TNT, Turner Classic Movies û Cartoon Network xist bin sîwana xwe.