CNNê gumanên ser rêkeftina DYA-Îranê eşkere kirin

CNNê gumanên ser rêkeftina DYA-Îranê eşkere kirin

PeyamaKurd - Weşana navdar a Amerîkayê CNN, di raporeke xwe ya taybet de gumanê xist ser rastî û hûrgiliyên rêkeftina ku Serokê DYAyê Donald Trump ragihandiye ku bi Tehranê re pêk aniye.

CNN derbarê guhertina ji nişka ve ya siyaseta Washingtonê destnîşan dike ku dibe ku ev daxuyanî tenê hewldaneke propagandayê be ji bo veşartina paşvekişîna Trump.

Rapora CNNê balê dikişîne ser nakokiyên kûr ên di daxuyaniyên Trump de û diyar dike ku di nava rojekê de helwesta serokê Amerîkayê bi temamî hatiye guhertin:

Serê sibê roja pêncşemê, Trump gefa bombekirina navendên herî giring ên petrolê yên Îranê yên li Girava Xargê dixwar.

Tenê çend saet piştî van gefên tund, Trump ji nişka ve ragihand ku wan bi Îranê re ji bo dawîanîna li şer û rêgirtina li ber çekên atomî "rêkeftineke dîrokî û mezin" îmze kiriye.

Li gorî şîrovekarên CNNê, ev guhertina lezgîn nîşan dide ku Trump dixwaze xwe ji şerekî dirêj û giran rizgar bike. Şerê ku Trump digot dê tenê çend hefteyan bikişîne, heta havînê dirêj kir û ziyaneke mezin gihand pêgeha wî ya siyasî û aboriya navxweya Amerîkayê.

Di raporê de rênivîsa Trump a li hemberî Îranê bi tundî tê rexnekirin. Tê gotin ku Trump di sala 2018an de rêkeftina atomî (JCPOA) ya serdema Barack Obama hilweşandibû; rêkeftinek ku ji ya niha hîn tundtir, bi hûrgilî û xwedî mekanîzmayên kontrolê yên bihêztir bû.

CNN vê pirsê rû bera rûyê rêveberiya Trump dike: "Ma ev şerê ku bi mîlyonan dolar zirar gihandiye Amerîkayê û aboriya cîhanê serûbin kir, bi rastî Amerîka gihand asteke ewletir?"