Daraza Îranê Abdulcelîl Şahbexşê Belûc, piştî girtinê 55 roj şûn de îdam kir

Daraza Îranê Abdulcelîl Şahbexşê Belûc, piştî girtinê 55 roj şûn de îdam kir

PeyamaKurd – Darza Îranê Abdulcelîl Şahbexşê Belûcî, piştî girtina wî bi 55 roj şûn de, bi dizî îdam kir. Şahbexş, piştî şerê 40 rojan yê di navbera Îranê û DYA-Îsraîlê de, wî girtibûn û xistibûn zîndana Zahedanê.

Şahbexş bi xwe ji eyaleta Sîstan-Belucistanê ji navça Taftanê ye. Îran bi sedema ku endamê Ansar al-Furqanê ye, tevî serhildana çekdarî bûye û ji Îsraîlê re casûsiyê kiriye hatibû darizandin.

Berya îdama wî, xeberê nedane malbata wî û di 12ê Gulana 2026an de an ku îro serê siba zû wî îdam kirine.

Daraza wî ji zelaliyê bêpare, nehiştine parêzerê wî xwe bigihîne wî û heya niha di daraza dinyayê de kes nediye di 55 rojan de dosyakî encam daye û ew kes hatiye îdamkirin.