PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di çarçoveya êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê bi şirîkatî birin ser rejima Sûriyeyê da navendeke lêkolîna çekên bijehrî ya nêzî Şamê, embareke çekên bijehr ya li nêzî Humsê û navendeke birêvebirina çekên bijehr hatin berterefkirin.
Wezîrê Parastina Amerîkayê Jîm Mattîs û Serokê Sererkaniya Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford ji ber êrîşa ku li dijî rejîma Sûriyeyê hat kirin civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Ataşeyên eskerî yên Îngiltere û Fransayê jî di wextê civînê da li cem Mattîs û Dunford cih girtin.
Di civîna çapemeniyê da Mattîs destnîşan kir ku rejima Beşar Esed hiqûqa navneteweyî binpê kir û jin, zarok û gelek sivîl bi çekên jehrî qir kir û wiha pê da çû: "Em tevlî mutefîqên xwe vê qirqirinê efû nakin."
Mattîs destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya xala duyemîn a Qanûna Bingehîn a Amerîkayê da raye da rêvebiran ku bila bikaribin li hemberî rejimê hêza eskerî bikin rewacê û wiha pê da çû: "Êrîşa hat kirin, hevgirtî û di cih da bû. Di êrîşa îsal da li gor ya par me du qatî çek bikaranîn lê ev çek bi tenê ji bo hedefên çekên bijehrî hatin emilandin."
Wezîrê Parastina Amerîkayê Mattîs der barê berdewamiya êrîşan da jî fikra xwe parve kir û got ku tevgerên Esed ji bo wê yekê wê rê nîşan bidin û wiha pê da çû: "Ez dixwazim dupat bikim ku hedefa vê êrîşê rejima Sûriyeyê ye. Heya ji destê me hat bo zirar negihêje sivîl û biyaniyan me hewl da."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin