Daxuyaniya “Netanyahu” ji YE!

Daxuyaniya “Netanyahu” ji YE!

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell derbarê biryara girtinê ya ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ve hat dayîn û got, "Ev ne siyasî ye, divê bê pêkanîn."

Josep Borell piştgirî da biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ji bo Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant.

Borrell da zanîn ku biryara ICC ne siyasî ye, ji aliyê dadgehê ve hatiye dayîn û ji ber vê yekê divê rêz lê bê girtin û bi cih were anîn.

Borrel herwiha got, "Divê trajediya li Xezzeyê bi dawî bibe."

 
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.