PeyamaKurd - Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îdîa kir ku, "Di nexşerêya me û Amerîkayê de lihevkirineke eşkere heye ku piştî Minbic hat temamkirin derbasî herêmên din bibin."
Çavuşoglu der barê rojevê de axivî û destnîşan kir ku heger YPG li Minbicê ji herêmên xeta dewriyeyê vekişe ev nayê wê meneyê ku YPG ji Minbicê vekişiyaye.
Çavuşoglu ji bona meseleya di navbera Amerîka û Îranê de got:"Em biryarên Amerîkayê yên der barê Îranê de rast nabînin.
Çavuşoglu ji bona mijara S-400î destnîşan kir ku rêvebiriya Amerîkayê (ji ber meseleya S-400î) naxwaze têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re xera bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin