DEM Parti kongra xwe ya 5em ya normal sibê dike

DEM Parti kongra xwe ya 5em ya normal sibê dike

PeyamaKurd – DEM Parti kongre ya xwe ya normal ya 5an sibê li Ankara Nazım Hikmet Kültür Merkezi çêdike. Dibe di partiyê de guherandinên cuda neyên kirin. Kongre dê seet di 10.00an de destpêbike.

Bi tevlîbûna delegeyan wê organên partiyê bên bijartin û li ser rêbaza partiyê dê raveyan bikin. Her weha li ser siyaseta dahatûyê dê agahiyan bidin kesên di kongrê de.

Di kongrê de, dibe di rêbazê de û di serpereştiyê de guherîn nebin. Car din dê Tuncer Bakırhan û Tülay Hatimoğulları bibin hevserokên partiyê.