PeyamaKurd – Li bajarê Tirkiyê li Konyayê li navça Selçukluyê polîs xwest otomobîlekî ku hatibû dizîn bide seknandin, ji nav otomobîlê bi çekan li polîsan xistin û reviyan. Di encama bûyerê de 2 polîs birîndar bûn.
Bûyer, li taxa Bosna Hersekê, li ser kolana Firatê di wexta 2 polîs ereba diziyê dişopandin û erebê dan rawestandin, 2 kes bi çekan li polîsan xist. Gumanbar piştî li polîsan xistin, bi peyatî ji ciyê bûyerê reviyan.
Birîndaran şandin nexweşxana zankoya Selçûkê. Polîs nasnama êrîşkeran tesbît kir û di wextekî kurt de, gumanbarên bi navên Özkan C. û Mustafa S. girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin