Demirtas: Hêmana me ya hevpar Komara Demokratîk e!

Demirtas: Hêmana me ya hevpar Komara Demokratîk e!

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji meha Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edirne ya Tirkiyê girtîye, di nivîseke bo medya Tirk de, nirxandin li ser hilbijartinên bê yên Tirkiyê kirin û got, “Dewleta Tirkiyê hêmana me ya hevpar û mala ma ya hevbeş e.”

Demirtaş di nivîsa xwe ya bo T24ê re de dibêje, “Ji guherîna mezin re amade bin. Kesî li derve nehêlin. Ji bo her kes dest bide hev û li kêleka hev be hewl bidin. Hêmana me ya hevpar Komara Demokratîk e. Tirkiye mala me ya hevbeş e, dewleta me ya hevpar Komara Dewleta Tirkiyê ye.”

Selahattîn Demirtaş, derbarê mijara çareserkirina pirsa Kurd de jî di nivîsa xwe de diyar dike: “Gelekî hêsan û mimkun e ku pirsa Kurd di nav aştî, yekîtî û bihêzkirina bihevrebûnê de were çareserkirin. Avêtina gavên bidawîkirina bikaranîna çekê û tundiyê û dabînkirina aştiyê ji texmînan hêsantir e. Heger çareserî çênebûye û aştî û aramî pêk nehatiye, sedema wê Erdogan e, AKP û MHP ye. Dengê xwe yê aştiyê li her derê bêtirs bilind bikin. Bêdeng nemînin û nebin duvikê polîtîkayên şer. Xwe ji bo hilbijartinê amade bikin, deshilatê biguherînin. Ji vê pê de rê nîne.”

Herwiha Demirtaş balê dikişîne ser ku dibe HDP were girtin û qedexeya siyasetê ji bo bi hezaran kesan bê dayîn û bi hezaran kes jî bên girtin û bang dike ku paşde gav neyê avêtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin