PeyamaKurd – Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerif ragihand ku wê dewleta Îmaratê bi miqdarê deh milyar dolarî li Pakistanê veberhênanê bike. Şerîf got ku sozê di wexta hevdîtina bi serokê Îmaratê bi Muhammed bin Zayid Al Nahyan re kiriye sitendiye.
Li gor ragihandina ofîsa serokwezîrtiya Pakistanê; Şerîf dema seredana fermî ya Abu Dabiyê kiriye, bi serokê Îmaratan Muhammed bin Zayid Al Nahyan re hevditinê kiriye. Şerîf ji Nahyan re behsa teşwîqa sermaya biyanî ya li Pakistanê kiriye û Nahyan soz daye ku di sektorên cuda de, bi qederê deh milyar dolarî veberhênanê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin