Dezga Reqabetê firotina Show TV û Habertürkê qebûl kir

Dezga Reqabetê firotina Show TV û Habertürkê qebûl kir

PeyamaKurd – Li Tirkiyê Show Tv.  Habertürk û Bloomberg HT di bin sîwana Ciner Yayın Holdingê de bûn û ji kengê de ye firotibû Grûba Canê. Ji bo firotin an dewra wan bibe, diviya Dezgeya Reqabetê ya Tirkiyê firotinê an dewrê qebûl birira û erê bikira.

Di encamê de, Dezgeya Reqabetê biryarê da ku Show Tv, Habertürk û Bloomberg HD yên ku aîdê Turgay Ciner in, dewrê Grûba Canê bikin û Ciner bi temamî ji seha medyayê vekişiya.

Piştî dewra dezgeyên an tv yên navborî, wê medya ji aliyê Kenan Tekdağ de bê meşandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin