Di buhira hemzemînê de qeza: 8 kes mirin

Di buhira hemzemînê de qeza: 8 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Taylandê li payîtext Bangkongê li devera Makkasanê, di buhira hemzemînê de trêna barhilgir û otobusa rêwiyan ya nav bajêr li hev ketin û di encamê de 8 kes mirin û 20 kes zêde birîndar bûn. Agir bi otobusê ket û alavên li der û dorê jî tevlî qezayê bûn.

Rûdan seet di 15.40an de qewimî. Çapemeniya Taylandê ragihand ku kesên mirine yên di nav otobusê de ne. Otobus bi metreyan bi erdê re kaş bû û otomobil û motorsîklet ketin nav qezayê.

Agir bi otobusê ket û tîmên rizgarkirin û alîkariyê çûn ciyê rûdanê. Tîmên îtfaiyê karibûn di nav 10 deqeyan de agir vemirînin.

Hêzên asayîşê deverê ji bo çûn û hatê girtin û lêkolîna li ser rûdanê dewam dike.