PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Îzmîrê li navça Bergamayê li gundê Bölçekê, di wexta seredana cejnê de, di navbera zavayê malê û malbatê de pevçûnekî serket. Sedema pevçûnê nehat zanîn lê mirovê bi navê 0.S. (23) bi kêrê li zavayê xwe yê bi navê Cemal Dinç (56) xist û ew kuşt.
Li ser gilîkirina şahidên bûyerê, tîmên tenduristiyê û jendirmeyan çûn ciyê bûyerê û Cemal Dinç ê birîndar birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da.
Tîmên cendirmeyan karibûn diwexteka kurt de kujer tevîkêra wî bigrin û ji bo îfadeyan bibin qereqolê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.