PeyamaKurd – Li îstenbolê li Kaxitxanê zilamê bi navê Rüzgar Eser (33) çû mala jina xwe ya ku li ber telaqberdanê bûn. Li malê munaqeşe kirin û zilam bi çekê li jina xwe ya bi navê Nurşin E. (28) xist, wê ji sitû, dêm û çenê de birîndar kir. Paşî xwest li dişa (baltûza) xwe û xesûya xwe jî bixe.
Li ser zêdebûna gengeşê, xesû ji metbexê kêrê hilanî û li zavayê xwe xist. Xesû ya bi navê Delal A. kêrê li singa wî xist û ew kuşt. Li ser rûdanê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê rûdanê. Cenazê zava birin morga tibî ya edlî û jina wî jî, birîndar birin nexweşxanê.
Hat ragihandin ku di sîcîla Rüzgar Eser de, 'tehdîd', 'haqaret' û ji sûcên ‘zerardayîna mal’ hene. Nurşin E. jî di sîcîla wê de 'Tehdîd' û 'Haqaret' heye. Ji her dûyan keçekî 4 salî heye.
Rûdan seet li dora 15.30an de li taxa Çeliktepe qewimî. Polîs li ciyê bûyerê demança ku pê li jina xwe xist ya Rüzgar Eser dît.