PeyamaKurd – Tendirustiya Iraqê diyar kir, bi milyonan derzî dê di demeke nêz de bigîhin Iraqê.
Li gor Berdevkê Tendirustiya Iraqê Seyf Bedir da zanîn; di demeke nêz de bi milyonan derzî dê bigîhin Iraqê, ku niha li çend welatan rêkxistina rênimayan û veguhestina wan bo Iraqê mijûl in.
Seyf Bedir eşkere kir, rêkarên xweparêziyê dê weke xwe bimîne heta 22ê vê mehê, ev jî ji ber cîbicîkirina rênimayên tendirustiyê, bi taybetî li ser ziyaretkarên serdana cihên pîroz dikin.
Herwiha Bedir destnîşan kir, eger rewş wisa berdewam be, dê di demeke nêz de ji kontrolê derkeve.
Di destpêka vê mehê de weke qonaxa yekem 51 hezar derziyên Koronayê yê Çînê, gihîşt Iraqê, ku para Herêma Kurdistanê ji wê beşê, 5 hezar derzî bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin