PeyamaKurd- Dozgeriya Erebistana Si’ûdiyê bi sedema kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı 11 kesan derxist dadgehê. Di nava wan de bo 5 kesan cezayê îdamê tê xwestin. Temamê sûcdaran tevlî celseya dadgehê bûn.
Ajnasa fermî ya Erebistanê SPA, li gor dozgeriya Erebistanê ragihand ku 11 kesên ji doza Kaşıkçı tên darizandin, li bajarê Riyadê bi parêzerên xwe ve, cara ewilî derketin hemberê dadger. Di ragihandinê de hat gotin ku piştî xwendina xwestekên dadgehê, gumanbar sûcdarnameyê xwestin û bo parêznameya xwe bikin, ji dadgehê wext xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin