PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêma Sexne ya rojhilatê bajarê Humsê yê Sûriyê ku di bin deshilata rejîma Esed de ye, çekdarên DAIŞê êrîşî cotkaran kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) derbarê êrîşê de ragihand ku 4 cotkarên li ser zeviyên xwe dixebitin hatine kuştin ku xelkê bajarê Telbîsê yê bakurê Humsê ne.
SOHRê daye xuyakirin ku ji destpêka 2023yan ve, li çolistana Sûriyeyê 333 kes hatine kuştin, ji wan 16 çekdarên DAIŞê ne û di encama şerê ligel hêzên Şamê û êrîşên asmanî yên Rûsyayê de hatine kuştin.
Herwiha li gorî SOHRê, 165 leşkerên rejîma Sûriyê û komên alîgirên wê jî di encama 88 êrîşên DAIŞê de li herêmên cuda hatine kuştin
Li aliyê din di êrîşên berdewam ên DAIŞê bi giştî 152 sivîl jî ji destpêka 2023yan ve hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin