PeyamaKurd – Li welatê Nîjerya Afrîkayê li eyaletên Nîger û Benueyê di erîşên çekdar de 25 kes hatin kuştin. Serokê Herêma Adoyê James Oche ragihand ku li eyaleta Benueyê li devera Adoyê bo ser 5 gundan êrîş hatinkirin û di encamê de 12 kes hatin kuştin. Gelek kes birîndarin û xelk malên xwe terk kirine.
Ajansa Nîjeryayê ya SEMA yê ragihand ku li eyaleta Nîgerê li devera Beriyê êrîş hatine kirin. Di encamê de 13 kes hatine kuştin, gelkî kes birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin