Di NATOyê de krîz: 500 balafir ji ser Îtalyayê firiyan Îranê

Di NATOyê de krîz: 500 balafir ji ser Îtalyayê firiyan Îranê

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, di hevpeyvîna ligel kanala Amerîkî Fox News de ragihand ku di dema operasyonên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li dijî Îranê de, 500 balafirên şer ên Amerîkayê ji bingehên serbazî yên li Îtalyayê rabûne û tevlî operasyonê bûne.

Rutte, piştevaniya stratejiya Donald Trump a li beramberî Tehranê kir û got ku ev gava Trump ji bo kêmkirina şiyanên nukleerî yên Îranê û mîsogergerkirina asayîşa hevpeymanan girîng û pêwîst bû.

Sekreterê Giştî da zanîn ku welatên Ewropayê di çarçoveya "Operasyona Epic Fury" de bingehên xwe ji bo Washingtonê vekirine û li seranserê Ewropayê di navbera 4 hezar û 5 hezar firînên wiha hatine tomarkirin.

Rutte wekî mînak diyar kir ku welatekî mîna Romanyayê ji bo balafirên tanker hatûçûna xwe ya asmanî ya bazirganî kêm kiriye û hevpeymanan berê xwe dane nêzîkî Tengava Hurmizê daku ji bo paqijkirina mayînan alîkariyê bikin.

Li aliyê din, Wezareta Berevaniyê ya Îtalyayê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî daxuyaniyên Mark Rutte da û ev zanyarî bi temamî red kirin.