Di nav 48 seetan de bi 19 tekneyan 337 koçber gihan Giravên Balearê yên Îspanyayê

PeyamaKurd – Koça ji welatên Afrîkayê û Asyayê ya ji bo Ewrûpayê ranaweste. Li gor rêjeyên wezareta kar û barên navxwe yê Îspanyayê, di nav 48 seetên dawiyê de bi 19 tekneyan 337 hesên koçber gihane Giravên Baleraê yên Îspanyayê.
Wezaret ragihandiye ku di sala 2025an de, bi 206 tekneyan 3.913 koçber gihane giravan.
Jimara koçberên di nav 24 seetan de çûne Îspanyayê û xwe gihandine grûba giravan an ku giravên bi navên Cabrera, Formentera, Mayorka û İbizayê 337 in. Ragihandina jimarê hem ji aliyê Ewlehiya Peravan û dezgeyên Cendirmeyan yên Îspanyayê de hat piştrastkirin.
Rayedar dibêjin ku ji peravên Afrîkayê koçberên xwe gihandine giravan; 240 kes bi 12 tekneyan îro gihane û 97 koçber jî bi 7 tekneyan duhî xwe gihandine giravan.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




