Rûsya, Azerbeycanê bi operasyona leşkerî tehdîd kir

Rûsya, Azerbeycanê bi operasyona leşkerî tehdîd kir

PeyamaKurd – Piştî Rûsya li tesîsên SOCARê yên Azerbeycanê ku di nava axa Ûkraynayê de ne xist, di navbera Azerbeycanê û Rûsya de dijberî dewam dike û li dijî hev daxwuyaniyan didin.

Parlementerê Rûsyayê Gurulyov û yê nêzî Kremlînê Vladimir Solovyov Azerbeycanê bi operasyona leşkerî tehdîd kirin. Azerbeycan jî li hemberê tehdîda Rûsyayê rakirina ambargoya seqiyata çekan ya ser Ûkraynayê xist rojeva xwe.

Li gor rojanama Tirkiyê; endamê komita bergiriya parlementoya Rûsyayê General Andrey Gurulyov, li gor videoya ku ketiye ser medyayê, tê de raste rast aşkera peyama ku bi Azerbeycanê re şer bikin daye. Xwestiye Rûsya ji Azerbeycanê mal nekire da aboriya Azerbeycanê qels bibe.

Gurulyov, ragihandiye ku givaşan deynin ser Azerbeycaniyên ku veberhênanê li Rûsyayê dikin û divê operasyonên li Ûkraynayê dikin, divê bêsînor fireh bikin.

Ji propogandîstên li pêş yê Kremlînê Vladimir Solovyov, îhtîmala avakirina baregeha NATOyê ya li peravên Derya Hazarê bi talûke ragihand. Divê rewşê de Rûsya dikare operasyona taybet ya leşkerî bike ser Azerbeycanê û Solovyov weha dewam kiriye:

“Li Qafqasya Başûr bûyerên diqewimin gelek girîng in. Operasyona heyî ya taybet dibe ku nebe operasyona dawî yâ nesla (nifşê) me.”

Çapemeniya Azerbeycanê ragihandiye ku Moskova van kiryarên xwe dewam bike, Azerbeycan dikare ambargoya seqiyata çekan ya ser Ûkraynayê rake. Di envantera Azerbeycanê de gelek sîlihên ku dikarin bişînin Ûkraynayê yê dewra Sowyeta berê û yên Rûsyayê hene.

Di nava sîlihan de; 2S1 Gvozdika, 2S3 obusên qûndaxa wan bi motor yên Akatsiya, D-20 û D-30 obus, BM-21 Grad, RM-70, BM-30 Smerch roketavêjên pir roketî, fuzeyên taktik yên Tochka-U, alavên zirxî yên BTR-60/70/80 û BMP-1/2/3, tankên T-72 û sîstemên bergiriya hewayî yên S-200, S-125 û Buk-M1 hene. Hem bi sînor be jî balafirên şer yên Su-25 û MiG-29 û bi wan re sîstemên tanksawaran yên Skif di enwantera Azerbeycanê de hene.

Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev di çarçova alîkariya mirovî de, ji bo temînkirina ekipmana elektrîkê ji fona rezervê 2 milyon dolar texsîs kir. Wezareta enerjiyê ya Azerbeycanê ji bo amadekirina alîkariyê û teslimata wê, li gor peymana navbera her dû welatan tevdigere.

Sedema krîza navbera Azerbeycanê û Rûsyayê:

Krîza navbera Azerbeycanê û Rûsyayê bi kuştina 2 hemwelatiyên Azerbeycanê yên li Rûsyayê li ciyê Yekaterinburgê ku di operasyona polîsên Rûsya de hatin kuştin, despêkir.

Di sala 2024an de, fermandarê Rûsyayê yê ku li balafira Azerbeycanê ya aîdê Rêyên Hewayî yên Azerbeycanê  (AZAL) xist, Rûsya ew terfî kir û bûyera dinê ya ku Rûsya li tesîsa enerjiya ya Azerbeycanê ya li Ûkraynayê xist, dijberiya navbera Azerbeycanê û Rûsyayê zêdetir kir.

Di 6 û 8ê Tebaxê de di nav axa Ûkraynayê de, Rûsya li 2 tesîsên aîdê COCARê xist, bi bûyerê re Baku bertekekî mezin nîşanî Rûsyayê da.

Aliyev êrîşan şermezar kir û dibe desteka leşkerî ya bi Ûkraynayê bixe rojevê.

Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.