Îran piştî biryara bêçek kirina Hizbullahê milîsên Iraq û Lubnanê dixe tevgerê

Îran piştî biryara bêçek kirina Hizbullahê milîsên Iraq û Lubnanê dixe tevgerê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku piştî Lubnanê bi lihevkirina Amerîkayê re, biryara bêçek kirina Hizbullahê da, Îran jî ketiye tevgerê û danûstandinê bi milîsên nêzî xwe yên Iraq û Lubnanê re dike daku zextê li hikûmeta Lubnanê bikin û aloziyan derxin.

Hate diyarkirin ku Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îranê Elî Laricanî bi vê mebestê serdana Iraq û Lubnanê dike daku milîsên girêdayî xwe bixapîne û wan li hember biryara Lubnanê bixe nav tevgerê.

Li aliyê din berpirsên Lubnanê radigihînin ku dibe dema serdana Laricanî bo Lubnanê, ew bi tundî were hişyarkirin û jê re bê gotin ku di bêçek kirina Hizbullahê de paşde gav nayê avêtin.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.