Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê kir

PeyamaKurd – Îro, 13ê Tebaxa 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê, Erman Topçû kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, pêşhatên dawî yên li herêmê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatin gotûbêjkirin.
Herweha, di civînê de ronahî hate xistin ser pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




