Axios: Amerîka hewl dide korîdorek di navbera Siwêda û Îsraîlê de bê vekirin

PeyamaKurd- Rêveberiya Trump ji bo vekirina korîdoreke mirovî di navbera Siwêda û Îsraîlê de, navbeynkariyê dike daku alîkarî bên gihandin. Herwiha hikumeta veguhêz a Sûriyê jî fikarên xwe ji Amerîkayê re pêşkêş kirin.
Hate îdiakirin ku rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji bo vekirina korîdoreke mirovî di navbera Siwêda û Îsraîlê de xebatên navbeynkariyê dike, da ku alîkariyê bigihînin Siwêdayê. Hevdem hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî fikarên xwe nîşan dide.
Malpera ‘Axios’ ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî amerîkayî û 2 rayedarên îsraîlî diyar kiriye ku wê rêkeftina di navbera Sûriye û Îsraîlê de têkiliyên her du aliyan sererast bike û dibe ku rêkeftin zextekê bike da ku bihêle Amerîka gavên zêdetir yên ber bi normalîzekirina muhtemel ve biavêje.
Axiosê destnîşan kiriye ku dibe ku korîdora mirovî rewşa li Siwêdayê baş bike û bal kişand ser rewşê ku li gel agirbestê jî hîna ne aram e. NYyê ji bo hilweşîna rewşa mirovî û zehmetiya gihandina alîkariyan ji bo Siwêdayê, bi sedema hebûna bendên kontrolê yên hikumeta veguhêz, hişyarî dabû.
Malperê diyar kiriye ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê "fikarên xwe, ji bo derbaskirina çekan di korîdorê re ji aliyê komên xwecih ên Siwêdayê ve, pêşkêşî Amerîkayê kirine û da zanîn ku nûnerê Amerîka yê Sûriyeyê Thomas Barrack, hefteya bê li Parîsê bi wezîrê kar û barên stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer û wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz Esed El Şeybanî re bicive da ku bigihîjin rêkeftinekê.
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.