Rojava | Balafireke kargoyê alavên pêşketî yên leşkerî danîn

Rojava | Balafireke kargoyê alavên pêşketî yên leşkerî danîn

PeyamaKurd- Balafireke kargo ya leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî alavên leşkerî li baregeha Xerab El-Cîr a li gundewarê bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê, danî.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, balafir bi alavên leşkerî û lojîstîkî yên pêşketî barkirî bû û armanc ji anîna wan alavan bihêzkirina hebûna leşkerî ya hêzên Hevpeymaniyê li herêmê ye.

Hêjayî gotinê ye, doh 12 Tebaxa 2025an jî derdora 40 barhilgirên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî ku bi alavên leşkerî barkirî bûn, ji Herêma Kurdistanê di rêya dergehê Welîd re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û gihîştin baregeha Xerab Cîr.  

Ev nivîs 163 car hatiye xwendin.