Parêzer Rezan Epozdemir hat girtin

Parêzer Rezan Epozdemir hat girtin

PeyamaKurd - Parêzer Rezan Epozdemir ku çar roj berê di çarçoveya du lêpirsînên cuda de hatibû desteserkirin, bi tohmeta "hêsankirina bertîlê" hat girtin.

Dadwer daxwaza serdozgerê giştî ya ji bo kontrola dadwerî bi tohmeta "terorîzm" û "sîxurî"yê red kir.

Parêzer Rezan Epozdemir, ku di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên ku ji hêla Dozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatine kirin de bi tohmeta "bertîl", "sîxuriya siyasî-leşkerî" û "alîkariya FETO/PDY" hat desteserkirin, piştî muayeneya bijîşkî sewqî dadgehê hat kirin.

Epozdemir ku di çarçoveya lêpirsîna "bertîlê" de ji hêla dozgeriyê ve hat lêpirsînkirin, daxuyaniyek şeş rûpelî da.

Dadwerê cezayî yê aştiyê yê nobedar biryar da ku Epozdemir bi tohmeta "hêsankirina bertîlê" were girtin.

Dadwerê cezayî yê aştiyê yê nobedar daxwaza serdozgerê giştî ya ji bo kontrola dadwerî red kir.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.