Îdîaya balkêş! DYAyê hişarî da HSDê!

PeyamaKurd - Meha borî, hate îdiakirin ku DYA û Tirkiyeyê ji bo lezandina entegrasyona xwe ya di rêveberiya Şamê de 30 roj dem dane HSDyê.
Çend roj berî ku dem biqede, tê gotin ku DYAyê hişyarî daye HSDyê ku heke peymana 10ê Adarê neyê bicîhanîn, hevpeymanî wê nikaribe wan biparêze.
Li gorî çavkaniyek ku ji Middle East Eye (MEE) re axivî, rayedarên Amerîkî HSDyê hişyar kirine ku heke Şam operasyoneke leşkerî bide destpêkirin, heke peymana 10ê Adarê neyê bicîhanîn, dibe ku hevpeymaniya navneteweyî nikaribe wan biparêze.
Tirkiye rasterast mudaxele nake
Çavkaniyên ewlehiyê destnîşan kirin ku Tirkiye rasterast mudaxeleyî HSDyê nake, lê dibe ku piştgirîya nerasterast bide operasyoneke sînorkirî ya ku ji hêla artêşa Sûriyeyê ve tê kirin.
Çavkaniyan zêde kirin ku amadekariyên ji bo operasyoneke wisa qediyane.
Barrack daxwaza dema zêdetir dike
Di vê pêvajoyê de, hate eşkerekirin ku Nûnerê Taybet ê DYAyê Thomas Barrack di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Tirk re li Enqerê ji bo hewldanên dîplomatîk û danûstandinên bi HSDyê re bêtir dem xwestiye.
Serdana wezîrên Sûrî bo Enqerê
Çavkaniyên ewlehiyê yên Sûrî diyar kirin ku serdana şandeya Sûrî bo Enqerê wê li ser vê çarçoveyê be û mijarên sereke yên di rojevê de, wek gefên hevpar, ewlehiya sînor, çavdêriya peymanan û veberhênanên aborî yên potansiyel, wê werin nirxandin.
Çavkaniyan herwiha zêde kirin ku Sûriyê meha borî bi fermî ji Tirkiyê alîkariya ewlehiyê xwestiye û nîqaşên derbarê bicihkirina Hêzên Çekdar ên Tirkiyê li Sûriyê de jî wê beşek ji danûstandinan bin.





