Îsraîlê li Başûrê Lubnanê otomobîlek kir armanc

PeyamaKurd – Li başûrê Lubnanê, di encama êrîşeke bi balafireke bêmirov a Îsraîlê de, kesek hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
Balafireke bêmirov a artêşa Îsraîlê, otomobîleke li ser rêya di navbera bajarokên Haris û Hedasa de bi du moşekan kir armanc. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û çend kesên din jî birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê kuştina welatiyekî di êrîşê de piştrast kir.
Çavkaniyên çapemeniyê li Lubnanê ragihandin ku kesê hatiye kuştin, Xesan Nasrullah e, ku wek yek ji fînansorên payebilind ên Hizbullahê tê naskirin. Hat diyarkirin ku Nasrullahê ku di salên xwe yên şêstî de bû, ji 40 salan zêdetir li Afrîkayê dijiya û serdaneke demkî li Lubnanê dikir.
Lîna Reşîd / Lubnan
Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.




