Li Dêra Zorê şerekî giran di navbera HSD û Artêşa Sûriyeyê de derket

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên herêmî, li eniyên rojavayê parêzgeha Dêra Zorê, li ser kenarên Çemê Firatê, di navbera hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û HSDyê de pevçûnên giran rû dan. Hat ragihandin ku wesayîtên zirxî yên artêşa Sûriyeyê hewl didin ber bi herêmên di bin kontrola HSDyê de bi pêş ve biçin, û di encamê de pevçûnên bi çekên giran ên wekî mitralyoz û hawanan derketin.
Pevçûnên eşîran û HSDê li gundewarên Rojhilat
Hevdem, li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê jî, bi taybetî li bajarokê Garanîcê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên eşîran de şerên dijwar qewimîn. Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku bûyer piştî wê yekê derket ku komeke çekdar endamên HSDyê yên ku ji bo karekî nefermî çûbûn dermanxaneyekê, dorpêç kirin.
Li gorî SOHRê, ev bûyer zû veguherî pevçûneke çekdarî, ku tê de yek ji êrîşkaran hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn. Di heman demê de, 6 endamên HSDyê hatin revandin û dest li ser wesayîta wan a leşkerî hat danîn. Her çend 2 ji endamên revandî paşê hatin berdan jî, çarenivîsa çar endamên din hêj ne diyar e.
Piştî bûyerê, HSDyê ji bo rizgarkirina endamên xwe yên revandî operasyoneke berfireh li herêmê da destpêkirin. Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kir ku eger endamên wan di demeke nêz de neyên berdan, ew ê li dijî komên berpirsiyar operasyoneke leşkerî ya mezin pêk bînin.
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.




