Rûsya û Ukraynayê 168 dîlên şer bi hev guhertin

PeyamaKurd- Di navbera Rûsya û Ukraynayê de, 84 dîlên Rûsî û 84 dîlên Ukraynî bi hev hatin guhertin.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku 84 leşkerên Rûsî ji axa Ukraynayê vegeriyane. Di heman demê de, hat gotin ku 84 dîlên Ukraynî jî hatine berdan.
Hat diyarkirin, leşkerên Rûsî niha li Belarusê ne û alîkariya tenduristî û psîkolojîk ji wan re tê dayîn. Piştî wê, ew ê ji bo tedawiyê bibin saziyên Wezareta Berevaniya.
Herwiha hat destnîşankirin ku Îmarata Erebî di vê pêvajoyê de navbeynkarî kiriye.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku 84 Ukraynî, ku di nav wan de leşker û sivîl jî hene, vegeriyane welatê xwe. Zelenskiy got, piraniya dîlên hatine berdan pêdiviya wan bi lênêrîna tenduristî û rehabîlîtasyona giran heye.
Zelenskiy spasiya xwe ji bo kesên ku di serbestberdana dîlan de alîkarî kirine û ji Îmaratê re anî ziman.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




