Bîlançoya teqînên Idlibê eşkere bû: 6 kuştî, 8 birîndar

Bîlançoya teqînên Idlibê eşkere bû: 6 kuştî, 8 birîndar

PeyamaKurd- Li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê îro 14ê Tebaxê hejmarek teqînên mezin çêbûn. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku di teqînan de, zêdetirî 14 kes hatine kuştin û birîndarkirin û hin ji qurbaniyan sivîl in.

Rêveberê SOHRê Ramî Ebdirehman ragihand, “Di hejmareke teqînan de li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê, şeş kes hatine kuştin û heşt kesên din jî birîndar bûn û du welatiyên sivîl jî di nav kuştiyan de hene.”

Ramî Ebdilrehman got, “Di nav kuştî û birîndaran de, 10 çekdarên biyanî hene” û diyar kir, birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Ramî Ebdirehman eşkere kir, “Ji ber wan teqînan, dûmaneke reş ew dever vegirtiye û di nav welatiyan de tirseke zêde çêbûye.”

Li aliyê din Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Hikûmeta Sûriyeyê (SANA) jî ragihand, “Teqîneke bihêz di nav zeviyeke çandiniyê de li parêzgeha Idlibê çêbû, hejmareke mirovan hat kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.”

Pêştir jî teqîneke bihêz li roja 27ê meha borî jî li bajarkê Mîret Misrînê yê parêzgeha Idlibê çê bûbû, tê de zêdetirî 70 kesan hatin kuştin û birîndarkirin, ku hejmareke wan welatiyên sivîl bûn.”

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.