‘Buhira Îstenbolê’ ji bo çûnûhata keştiyan girtin

‘Buhira Îstenbolê’ ji bo çûnûhata keştiyan girtin

PeyamaKurd – Di Buhira Îstenbolê de bi sedema keştiya tankêrî ya bi ala Hong Kongê ya bi navê Tenacity Venture ariza da, çûnûhata  Buhirê ji her dû aliyan de ji bo keştiyan girtin.

Keştiya tankerî ya bi ala Hong Kongê 247 metre dirêje û 44 metre fireye. Keşitya bi navê Tenacity Venture dema di Îstenbolê de derbas dibû di makîna wê de ariza çêbû.

Li ser arizayê tîmên asayîşa giştî ya peravan (KEGM) çûn ciyê bûyerê. Romorkan didin rawestandin da keştiya navborî bi awayî bi ewle hesinê xwe berde binê avê.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.