Îstîxbarata Îranê 9 Kurdên ji Urmiyê, bi darê zorê girt

PeyamaKurd - Îstîxbarata Îranê 9 Kurdên ji Urmiyê bi sedema ku bi Îsraîlê re hevkariyê kirine bi darê zorê girt û wan bir Tehranê ciyekî lêpirsînê ku ciyê wan nayê zanîn. Berya girtina wan îstîxbarat li wan xistiye û biwan îşkence kiriye.
Kesên îstîxbarata Îranê bi lêdan û darê zorê wan girtiye navên wan:
Ahmed Golestani, Muhammed Golestani, Behzad Golestani, Muhsin Golestani, Ehsan Golestani, Mehran Golestani, Farzad Mostafazadeh, Hamid Mostafazadeh û Şoreş Mostafazadeh in. Temamên wan ji 2 malbatane, di 9ê Tebaxê de hatine girtin, ji devera Soma û Bradostê ne û ji gundê Nojevanê ne.
Di ser girtina wan de 5 roj derbas bûyelê heya niha kes nizane li ku derê ne û rewşa wan çiye.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




