Piraniya wan CHPyî 9 şaredar tevlî AK Partiyê bûn

PeyamaKurd- Di merasîma salvegera 24emîn a damezirandina AK Partiyê de 9 şaredar derbasî AK Partiyê bûn. Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan rozet bi wan şaredaran ve kir.
Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglu ku ji CHPê îstifa kir û derbasî AK Partiyê bû li ser îdiayên derbarê xwe de got: “Eger îro li ser min heger îdia hebin, bila wan eşkere bikin. Ez ji darizandinê netirsiyam. Eniya min pak e, serê min bilind e!”
Erdogan di merasîmê de got: “Em malbata AK Partiyê bi beşdariyên nû mezintir dikin. Em ji hemû hevalên xwe yên ku tevlî me bûne re dibêjin bi xêr hatin û em wan hemûyan bi dilgermî hembêz dikin.”
Şaredarên ku tevlî AK Partiyê bûn:
Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglu (CHP)
Şaredarê navçeya Sokeya Aydinê Mustafa Îberya Arikan (CHP)
Şaredarê navçeya Yenîpazara Aydinê Malîk Ercan (CHP)
Şaredarê navçeya Sultanhîsara Aydinê Osman Yildirimkaya (CHP)
Şaredarê navçeya Şehîtkamîla Dîlokê Umut Yilmaz (CHP)
Şaredara navçeya Altinovaya Yalovayê Yasemîn Fazlaca (CHP)
Şaredarê navçeya Yalvaça Ispartayê Mustafa Koda (ÎYÎ Partî)
Şaredarê navçeya Yeşîltepeya Aksarayê Îsmaîl Akpinar (ÎYÎ Partî)
Şaredarê navçeya Bozkurta Kastamonuyê Muammer Yanik (Serbixwe)
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




