Gundewarên Heleb û Reqayê bi çek û cebilxaneyê tê dagirtin

Gundewarên Heleb û Reqayê bi çek û cebilxaneyê tê dagirtin

PeyamaKurd – Çavkaniyên ji Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di demjimêrên dawî de li eniyên şer di navbera komên girêdayî Wezareta Parastinê ya ku Tirkiye piştgiriyê dide wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de rageşiya leşkerî zêde bûye. Hêzên piştgiriyê yên nû ji bo deverên li rojhilatê Heleb û gundewarên Reqayê hatine şandin.

Li gorî agahiyên ku SOHRê bi dest xistiye, Firqeya Sultan Suleyman Şah û Firqeya El-Hemze xeta şer a ji Dêr Hafîr, rojhilatê Helebê, heta bajarokê Akireş, li gundewarê rojhilatê Reqayê, xurt kirine. Wesayîtên zirxî û çekên navîn û giran bi berfirehî li herêmê hatine bicihkirin.

Di heman demê de, HSDyê amadekariyên xwe zêde kiriye û çeperên xwe li seranserê xeta pêşîn ji bo rewşa pêşkeftinek leşkerî ya ji nişka ve xurt kiriye.

Çavkaniyên li herêmê fikarên xwe li ser îhtîmala rageşiyek leşkerî ya nû di navbera her du aliyan de nîşan dane.

Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.