Li Sûriyê bazara zewacên sexte: Keç û xort ji bo neyên girtin dikirin

Li Sûriyê bazara zewacên sexte: Keç û xort ji bo neyên girtin dikirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên gihîştine PeyamaKurd, li herêmên deshilatdariya hikûmeta veguhêz a Sûriyê yên ku hêzên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) kontrol dikin, kontratên zewacê yên vala têne firotin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dibin deshilata Şamê de ‘Leşkerê Erebî ya Sûrîya ya Nû’ xelkê bi awayekî ecêb bi hin nivîsan ditirsîne. Li gorî zanyariyan, kontratên zewacê yên vala ji bo ciwan û mêrên dixwazin ji girtin û lêpirsînan dûr bin têne amadekirin û firotin.

Leşkerên bi ser HTŞê ve, beriya niha ciwan û keçên ku di rêgehên giştî de bi hev re bin digirtin û lêpirsînên derbarê têkiliya xwînê yan jî têkiliya wan a malbatî de dikirin. Ji bo ku ev bûyer neyên serê wan jî niha dest bi rêbazeke nû kirine û kesên wan kontratên zewacê bikire nayên girtin û nakevin ber lêpirsînan.

Ji bo vê gelek ciwanan dest bi kirîna kontratên zewacê kirine ku di nav de navê xwe û navê keçê (her çiqas ku tenê heval be) dinivîsînin, da ku dema lêpirsînê an kontrolê wê belgeyê wekî piştrastkirina têkiliyeke fermî nîşan bidin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, ev kontrat li hin ofîsên parêzeriyê yan jî di nav xebatkarên nexweş-bawer de bi nirxên cuda-cuda tê firotin ku ev jî rewşa pergaleke têkçûyî û neyasayî nîşan dide. Çavkanî dibêjin, ti kontrola fermî û ewlehiya yasayî li Sûriyê nemaye.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.