Ewr teqiya û ji ber baranê lehî rabû: 37 kes mirin û 100 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Cammu Keşmirê ji ber teqîna ewr barana xwurt bariya û di encamê de lehî rabû. Li devera Kishtwarê 37 kes mirin û 100 kes birîndar bûn. Li deverê lêgerîn û rizgarkririna mirovan dewam dike.
Ji rayedarên Kishtwarê Pankaj Kumar Sharma ragihand ku 37 kes mirine û di ser sedi de birîndar hene. Rayedarekî polîsan ragihandiye ku kesên can dane piraniya wan hecî ne û dibe jimara miriyan zêdetir bibe.
Li ser bobelata xwezayî serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ji bûyerê xemgîn bûye û weha dewam kir:
“Em rewşê ji nêz de dişopînin. Desteka alîkariyê û rizgarkirinê dewam dike. Kesên pêdiviya wan bi alîkariyê hebe, wê bi her awayî destekê bidin wan.”





