Trump, 800 Parastvanên Netewî şand Washingtonê

Trump, 800 Parastvanên Netewî şand Washingtonê

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagonê ragihand ku bi fermana serokê Amerîkayê Donald Trump 800 Parastvanên Netewî li Washingtonê bicîh kirine. Parastvan wê bê çek asayîşa giştî temîn bikin.

Bicîhkirina parastvanan ji bo asayîşa bajêr zêde bikin û ber li sûcan bigrin hat kirin. Berdevkê Pentagonê Kingsley Wilson ji bo çapemeniyê ragihand ku Parastvan li ciyên ji berê de hatine destnîşankirin bicîh kirine.

Wilson got ku wezîfa parastvanan tine ku kesekî bixin binçav, çekên wan tinene û eger pêwist be wê karibin wekî çekdarên asayîşê kar bikin û ew amadekariya wan heye.

Serokê DYAyê Trump berê ragihandibû ku wê Paratsvanên Netewî li Washingtonê bicîh bike û eger pêwist be ji bo rewşa lezgîn wê artêşê wezîfedar bike. Armanc berlêgirtina sûcan û paqijkirina kuçeyan ya ji kesên bêmal e.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.