Erdoğan û sekreterê NATOyê Mark Rutte di rêya telefonê de axifîn

Erdoğan û sekreterê NATOyê Mark Rutte di rêya telefonê de axifîn

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Eredoğan li ser daxwaza sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte di rêya telefonê de axifîn. Serokatiya beşa danûsitendinên serokkomariya Tirkiyê, xebera axafitinê di ser hesabê xwe yê medya civakî de belav kir.

Mijara axaftina her dû terefan li ser şerê Rûsya Ûkraynayê, muzakereyên Îstenbolê û hevdîtina ku wê li Alaskayê di navbera Trump û Putin de bibe. Li ser muzakereyên li Îstenbolê Erdoğan ragihandiye:

“Bi armanca agirbesekî mayîn de ya navbera Rûsya û Ûkraynayê di muzakereyên li Îstenbolê de pêşdeçûn hene. Gelek girînge ku di pêvajoyê de girîngiyê bidin mijarên mirovî.”

Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku berya hevdîtina li Alaskayê ya di navbera Trump û Putin de bibe, li ser Ûkraynayê dan û sitendina fikran kirine.”

Erdoğan ragihandiye ku li ser hevdîtina ku wê li Alaskayê bibe, ji nêz de dişopînin.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.